26.11.2026

Parmenîdes

Parmenîdes (nêzîkî 515 – 450 B.Z.) fîlozofê Yewnanî yê bajarê Eleayê ye û yek ji damezrînerên ontolojiyê, ango felsefeya hebûnê, tê hesibandin. Di helbesta xwe ya bi navê “Li ser Xwezayê” de wî du rê ji hev cuda kirin: rêya rastiyê û rêya ramanên mirovan. Li gorî Parmenîdes, “ya ku heye, heye; ya ku tune ye, nikare hebe.” Ji ber vê yekê guherîn, çêbûn û tunebûn tenê xapandinên hestan in.

Ev fikra wêrek bû yek ji pirsgirêkên herî mezin ên felsefeya Yewnaniya kevn. Li Nebawerê em Parmenîdes bi kurdî (kurmancî) dixwînin: pêşgotina helbesta wî û rêwîtiya ber bi rastiya felsefî, pirsgirêka hebûnê û guherînê, û pirsa “ji tiştekî tune çawa tiştek çêdibe?”. Herwiha em nîşan didin ka fîlozofên piştî wî, wekî Empedokles û Anaksagoras, çawa bersiv dan wî, û Platon di diyalogên Parmenîdes û Theaetetus de çawa fikrên wî ji nû ve nirxand.

Ji bo destpêkê, gotara “Pêşgotina Parmenîdes: Rêwîtiya ber bi rastiya felsefî” pêşniyar dikin.